|
Daxwaza Serxwebûna
Kurdistan an jî hewl dayîna
pêþketina ziman,çand,huner,muzîk,aborî,wêje –û hwd.- Kurdî,xwedî derketina
Kerkûkê,xwesteka çaktir kirina wûçanîya gelê Kurd li Cîhanê û ji ber gelek
mijarên din helwest û daxwazên Neteweya Kurd wekî netewperestî tê binav
kirin.Gelekî bê dewlet mafêke xwe yê rewa
dixwaze,mafê tu kesê binpê nake,bi sed salan ji nava zilm û
zordarîyên bi her rengî de derbas dibe,hemû mafên wî ji destê wî tên
girtin, her cûre riyên çareserîya mirovî ku
li ber vê gelê hatina girtin çawa daxwazên vê gelê dibe
netewperestî. Her wiha netewperestîyek maqul û ku dest navêje mafê tu
gelekî,ji faþizmê dûr be û bêzirar be wekî hemû gelan mafê gelê Kurd jî
heye ku netewa xwe biparêze..
Her wiha em gotibûn ku Bajarê Kerkûkê ku bajarekî Kurdîye û
Kurd bûna bajarê Kerkûk ne bi angaþtên vikûvala bi belgeyên dîrokî û bi
helwesta xalkê Kerkûkê diyar e.Dixwazim careke din diyar bikim ku derdê
neteweya Kurd ne petrole.Petrol di hemû Kurdistana Baþur de heye.Her wiha
le baþurê Kurdistanê madenên din jî heye.Beþa Kurdistana Baþur ku di bin
rêveberîya Dewleta Federe ya Kurdistanê de ye li Cîhanê hilberîna rûnê
sanayîyê de di rêza 6emîn û Hewlêr di rezerva Silfatê de li Cihanê rêza
1emîn de ye. Lê çawa ku Kerkûk bajareke Kurdistanîye,neftê Kerkûkê jî neftê
Kurdistanê ye.
Kurd di Kerkûkê de çewsandin,biþaftin,zoradarî û hovîtîyên
cûrbecûr re rûbirû man.Hin pirtûk û çavkanîyande kitekita wan zilm û
zordarîyan hitine dayîn.Lê bi kurtasî prosesa hewlên bê Kurd kirina bajarê
Kerkûkê em dikarin wisa bi rêz
bikin.
Kurdistanî bûna
Kerkûkê bi gelek hewlan hatiye xwestin ku ji holê bê rakirin.Lê disa jî wan
hewlan serneketiye û li gel hemû bêmafîyan Kerkûk wek bajarekî Kurdî maye.
Niha jî ka em binêrin ku Kerkûk çima bajarekî Kurdistanîye û çi hatine
kirin;
►Bo Dewama
Gotara Serhad B.RÊNAS Bitiqîne
|
|
Malperên Di Derbarê Kerkûkê de
|